Doh êvarî li Silêmanîyê piştî seat nehan baraneke zêde barîya ku ji ber vê yekê li navenda bajêr leh rabû. Li gorî agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin di encama lehîya ku rabû de tiştek bi serê ti kesî nehat.

Rayedar welatîyan hişyar kirin û destnîşan kirin ew ê baran îro jî berdewam bike.

Li herêma lehîyê xebatên alîkarî û xelaskirinê tên birêvebirin.(ÎLKHA)