Ji ber du erdhejên mezin ên ku navendên wan Mereş bû li Malatyayê zirareke mezin pêk hat. Mahmûd Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Malatayayê digel heyeta pêre dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Şahîd dûre wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Em hatin navçeya Battalgazî ya Meletîyê.  Li vê derê tiştek bi serê kesî nehat lê belê gelek avahî xera bûn.  Me dikandarên li vê derê ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Îxtîyaca wan bi alîkarîya dewletê heye. Divê hikûmet demilsdest  alîkarîyên ku anî zimên li sehayê tetbîq bike.”(ÎLKHA)