Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmud Şahîn û her wisa rayedarên din ên siyasî û gelek kes beşdarî merasîma aşxaneyê bûn.
Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran di merasîma vekirinê ya aşxaneyê de axavtinek kir û destnîşan kir “Ew ê xebatên me yên ji bo erdhejzedeyan bênavber berdewam bikin. Me îro li vê derê aşxaneyeke ku dê lê rojane 10 hezar kes xwarin bê çêkirin vekir. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê li herêmê berdewam bikin. Ji bo vê yekê jî alîkarîya xêrxwazan lazim e.”(ÎLKHA)