Li ser agahiya ku li peravên Îzmîr, Balikesîr û Aydinê di kelekan de komek koçberên neqanûnî hene, botên Ewlehiya Beravê sewqî herêmê hatin kirin.

88 koçberên neqanûnî yên ku ji aliyê Yûnanîstanê ve ber bi avên axa Tirkiyeyê ve hatibûn vegerandin, hatin xelaskirin.

Li Îzmîrê 16 koçberên neqanûnî û 2 qaçaxçîyê koçberan hatin zeftkirin.

Koçberên neqanûnî piştî muameleyên wan qedîyan hatin şandin Midûrtîya Rêveberîya Koçberîyê a Bajêr.(ÎLKHA)