Kurtaran di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ew wek Kerwana Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Eli li sehayên erdhejê ji erdhejzedeyan re dibin alîkar û hewl didin birînên erdhejzedeyan re bibin derman.

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de ban li xêrxwazan kir û got: “Em ji vê derê bang li xêrxwazan dikin Lazım e ev xebatên alîkarîyê bênavber berdewam bikin. Xweda xêra wan xêrwazan qebûl bike ku ji roja ewil ve ji me re dibin alîkar û me bi tena serê xwe nehiştin. Em hêvî dikin ku ji îro pêve jî ji me re bibin alîkar. Divê bê zanîn li erdhejzedeyan xwedîderketin wezîfeya me ya Îslamî û însanî ye.”(ÎLKHA)