Şewat, li mehella Yagcilara li kolana Deryayê di malekê de derket. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, li mala ku aîdî Şeref Tosûn bû ji ber sebebeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Bi xeber dayîna der û dorê gelek ekîbên îtfaîye û polês sewqî cîhê şewatê hatin kirin.
Di şewata ku bi mudaxeleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin de mal bi temametî şewitî. Ji ber dûyê ku ji ber şewatê derket 5 kes tesîrdar bûn.
Kesên ku ji dû tesîrdar bûn ji teref ekîbên tendûristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)