Sazîyên alîkarîyê yên bi navê Karwana Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Elî ji roja ewil a erdhejê ve bi temamê îmkan û derfetên xwe hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar û birînên wan bên dermankirin. Her 4 sazî li Semsûrê ji roja ewil heta îro alîkarîyên mîna; kon, sobe, erzaq, batanî, cil û bergan kir. Ji ber van alîkarîyên ku hatin kirin gelê Semsûrê malavahîyên xwe ji bo wan anîn zimên.

Mehmet Aydinê ku li Semsûrê dijî û yek ji wan erdhejzedeyan e û sazîyên alîkarîyê jêre bûne alîkar derbarê mijarê de wiha got: “ Ez jî erdhejzede me, 8 nasên min rehmet kirin. Êş û birîna min heye, lê bawer bikin ez vêyekê ji dil û can dibêjim; dema ku ez vê yekîtî, hevgirtin û xwedîderketina ku di bin bavê Karwana Hêvîyê de tê kirin dibînim êş û elemên min nayên bîra min. Xweda xêra wan qebûl bike û mala wan ava be.”

Çend welatîyên din ên ku sazîyên alîkarîyê ji wan re bûbûn alîkar derbarê mijarê de kêfxweşîyên xwe anîn zimên û ji sazîyan re teşekkur kirin.(ÎLKHA)