Qeza, li navçeya  Nisêbîna ku bi ser Mêrdînê ve girêdahîye li Mehella Dîcleyê, li ser Sikaka Aygun pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 35 AHJ 289 a ku hêj şofêrê wê nayê zanîn, ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê li zarokê bi navê Selamn qelibî.

Selmanê ku di qezayê de giran birîndar bû, ji teref ekîbên tendûristîyê ku ,bi xeber dayînê sewqî cîhê qezayê hatibûn kirin, hat rakirin serwîsa acîl ya Nexweşxaneya Nisêbînê. Digel temamê mudaxeleyan Selman jiyana xwe ji dest da.

Ji bo ku otopsî bibe cenazê Selman hat rakirin morgê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)