Qeza, li ser Otoyola Anadolû  li beşa Duzceyê pêk hat. Li gorî îddîayan otomobîla ku Z.Y. dajot, li otomobîla ku M.S. dajot xist û qelibî. Û pê re jî otobusa ku hêj şoforê wê ne diyar e kî ye ji eynî alî dihat jî li bin gûhê otomobîleke ku ji ber qezayê sekinî bû û otomobîla ku zîvirî bû ket.

Di qezayê de Ahmet Y. û Ayşe Ç. jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Bi xeber dayînê, gelek ekîbên tendûristîyê û ekîbên polêsan sewqî cîhê qezayê hatin kirin.

Birîndar piştî mudaxeleyên ewil yê ekîbên tendûristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê. Kesên mirîbûn jî hatin rakirin morgê.

Ji ber qezayê rê bo demekê hat girtin û otomobîlên ku tevlî qezayê bûbûn bi kaşkerê hatin rakirin û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)