Li gorî nûçeyên çapemenîya Ereb li Sûrîyeyê hinek xanî hilweşîyan, hejmarê mirovên ku di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane jî derket 5 hezar û 951 kesan.

Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû de jî li Sûrîyeyê gelek xerabûn pêk hatibûn û li gorî daneyên ne fermî jî heta niha nêzê 11 hezarî mirovan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)