Di qezaya ku li nêzê bajara Tolucaya Meksîkayê pêk hat de 2 jê otobûsên rêwîyan tev de 11 wesayît li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kesan jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku di qezayê de 2 otobûs, tirek, qamyonek û 7 erebe tevlî hev bûne.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)