Bûyer li herêma Barhana Belucistana Pakistanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqemenîya ku di motosîkletekê de hatibû bicîkirin ji dûr ve hat teqandin. Di encama teqîna pêk hat de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê. Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye lidarxistin.(ÎLKHA)