Bûyer li gundê Kanî-Bonzonê yê navenda Maliyê qewimî.
Li gorî medyaya welêt, komek çekdar ji ber sedemeke nediyar avêtin ser gund û hemû cihan şewitandin.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn û gelek xanî şewitîn.
Ji bo girtina êrîşkaran xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)