Li gor agahiya ku li ser malpera AFAD hat dayîn, li Iraqê erdhejeke bi mezinahiya 4,3an pêk hat.

Hat diyarkirin ku navenda erdheja ku di saet 02:25an de pêk hat, li herêma El-Hemdaniye ya parêzgeha Nînowa ye.

Erdheja ku 106 kîlometre dûrî navçeya Şemzînana Colemêrgê pêk hat 15,27 kîlometre di bin erdê de pêk hat. (ÎLKHA)