Qeza, li ser têya Dîyarbekir-Rihayê li alîyê Çarrêya Tepeşehîrê di seat 03.30yan de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 YB 5023 yê ku li alîyê Çarrêya Tepeşehîrê diçû û wesayîteke ku plaqeya wê nehat hînbûn li hev qelibîn.

Bi tesîra li hevqelibîna wesayîten her du wesayît jî li refûjê qelibîn. Di encama qezayê de 6 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ‘ewil ya tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)