Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn de weha hat gotin, “Em mirina herî kêm 10 Filistînî ku di nav wan de extiyar û sivîl û birîndarbûna zêdetir ji 100 kesan di encama êrîşa hêzên Îsraîlî de li bajarê Nablusê li Şerîeya Rojava di 22ê Sibatê de pêk hat, bi tundî şermezar û lenet dikin.”

Di daxuyanîyê de weha hat goti:

“Ji bo rê li ber xirecira tundûtûjiyê li herêmê bê girtin, pêwîst e rayedarên Îsraîlî zû dest ji êrîş û provokasyonên bi vî rengî berdin.

Rehma Xwedê li birayên me yên Filistînî yên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane, bike, em sersaxiyê ji dewlet û xelkê Filistînê re dixwazin.” (ÎLKHA)