Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku îşxalkeran bi guleyên rastî êrîşan kirin, di êrîşê de 10 kesan şehîd bûn, 5 jê giran 102 kesan jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin ku mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dîvîdya, Nexweşxaneya Îhtîsas a Nablusê, Nexweşxaneya Necahê, Nexweşxaneya Yekîtîya Pîrekan û Nexweşxaneya Îhtîsas a Ereban re hatin sewqkirin.

Xeyn ji ev agahîyan di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hat belavkirin de jî hat ragihandin ku ekîbên Hîva Sor jî ji 250 kesên ku ji bombeyên xazê tesîrdar bûne re midexeleya ‘ewil a tenduristîyê kirin.

Ji teref Wezareta Tenduristiyê ve navê Filistînîyên ku hatine şehîdkirin hat daxuyandin û ew navan ewane: Adnan Seba' Buare 72 salî, Muhammed Halid Enbusî 25 salî, Tamir Nemir Ehmed Minavî 33 salî, Mus'ab Munir Muhammed Uvays ê 26 salî, Husam Bessam Îslam 24 salî û Muhammed Abdulfettah Abdûlganîyê 23 salî, Welîd Riyad Hussein (23), Abdulhadi Abdulaziz Eshkar, 61, Mohammed Ferid Sha'ban, 16, Casir Cemil Abdulvehhab, 23 (ÎLKHA)