Zekerîya Yapiciogluyê ku di seatên ‘ewil yê erdhejê de di sehayê de ye, zîyaretên xwe û gohdarkirina pirsgirêkên erdhejzedeyan didomîne. Yapicioglu vê carê jî li Kîlîsê ye.

Yapicioglu li Kîlîsê erdhejzedeyan zîyaret kir. Avahîyên ku di erdhejê de enqaz bûne zîyaret kir û li wan deran lêgerînan kir, ji welatîyên ku li wê derê ne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş kir.

Yapicioglu dû re jî beşdarî şîna malbatan bû, êş û janên malbatan parve kir û ji wan re sebr û sersaxîyê daxwaz kir.

Bêguman dikandar jî ji erdhejê tesîrdar bûn û Yapicioglu dikandaran jî zîyaret kir û pirsgirêkên wan jî gohdar kir.

Hat hînbûn ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê hêj li Kîlîsê be û zîyaretên xwe bidomîne. (ÎLKHA)