Piştî du erdhejên mezin yên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hatin ji 42 hezar kesan zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, ji 100 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di bajarên ku bi sedan avahî xera bûn û hilweşîyan de bajar bûn wek xeyaletan û jîyan sekinî, lê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.
Mele Mîzgînê ji muderrîsê ÎTTÎHADUL ULEMAyê û rîspîyê herêmê ku bi tevî xwendekarên xwe di sehayê de ye, ji ÎLKHAyê re axivî û got ku divê alim, şêx, rîspî û mirovên serpêhatîyan li alîyê xelkê bin û ji wan re di alîyê menewîyatê de alîkarîyê bikin, ev tişt jî ew ê musîbeta wan sivik bike.
Mele Mîzgîn ji axavtina xwe re bi silavdayînê dest pê kir û ji bo eqrebeyên mirovên ku canê xwe ji dest dane re sersaxîyê û ji Xwedê jî ji bo mirovên ku canê xwe ji dest dane re daxwazîya rehmê kir dest pê kir.
“Divê ku em ji ev musîbetê ji xwe re ders bigrin, ji xeta û gunehên xwe tobe bikin û berê xwe ber bi Xwedê ve bidin”
Varol weha got, “Berîya her tiştî ez dixwazim ku vîya bibêjim Xwedê Teala ji wan kesên ku di ev erdhejê de rehmet kirine re bi rehm û kerema xwe şa bike, cîhê wan bike cennet. Em wek ku di hedîsê de jî dibêje bawer dikin ku wan kesan şehîd in. Xwedê ji eqrebe, nas û dostên wan re sebrê bide û mikafata wan jî zêde bike. Xwedê sehra xwe li ser wan bigerîne. Xwedê Teala wan kesên ku di ev erdhejê de malên xwe winda kirine jî cîhê wan tijî bike. Bira mikafata wan jî zêde bike. Lê tu tişt tesadûf nîne. Her tişt bi emr û îzna Xwedê çêdibe, bê emrê Xwedê pelekî jî ji darê nakeve. Lê Xwedê her tiştê bi sebebekî xuliqandîye û bi hinek sebeban jî hinek tiştan çêdike. Di van tiştên ku Xwedê çêkirîye de hîkmet jî hene. Êdî divê ku însan di ev tiştê de ji xwe re dersan derxe.
Ginehên me hemûyan heye, zafîyetên me hemûyan heye hetta xetayên me jî heye. Kînga ku Xwedê qewmekî hez bike wê qewmê tabi’ê îmtîhanê dike ku ev di hedîsê de jî derbas dibe, Xwedê bela û musîbetan tîne ser serê wê qewmê ku xwe didê bîra mirovan. Wê îmtîhanê ji bona ku wê qewmê haya wan ji guneh, xeta û xelatîyên wan yên ku hene çêbibe dike. Xwedê Teala ewakî dike ku berê wê qewmê bide tobeyê, yanê dixwaze ku bira tobe bikin û bi vê şeklê xwe dide bîra mirovan. Van tiştên ku em dibêjin di hedîsên sehîh de jî derbas dibe. Wa hinek însanan jî ji wê ders û îbredan derdixin, ji xetayên xwe poşman dibin, ji gunehên xwe tobe dikin Xwedê tînin bîra xwe û berê xwe ber bi Xwedê ve didin û ji ber ev musîbetan jî ji Xwedê re hemd û şikrê dikin. Bi vê şeklê Xwedê ji wan însanan razî dibe.”
“Ev musîbet ji bo kesên ku ji xewa xefletê şîyar bûne û berê xwe bi ber Xwedê ve dane re rehmet e”
Varolê ku diyar kir ku mirov tiştên xwe yên meddî winda bike jî dîsa cîhê wan tiştan tijî dibe weha axavtina xwe domand, “Mirov di alîyê meddî de jî hinek tiştan winda dike û Xwedê cîhê wan tiştan jî tijî dike. Lê hinek însan jî hene xafîl in. Xefleta wan pir kûr e û ji xewa xefletê şîyar nabin û xwe jî zêdetir gunehkar dikin. Hetta hinekan jî hene ew jî bawer nakin ku ev sebeban ji teref Xwedê ve hatîne. Tabî ew ê Xwedê jî bi wan re bi vê şeklê miameleyê bike. Ev musîbet ji hinek însanan re rehmet e, ji hinekan re jî ‘ezab e. Ji bo însanên ku di xefletê de şîyar bûne û berê xwe ber bi Xwedê ve dane re rehmet e. Ji bo eqrebeyên wan kesên ku canê xwe ji dest dane jî rehmet e, vana ji Xwedê re şikr û sebrê dikin ji ber vê yekê ji wan re jî dibe rehmet, lê ji bo însanên dinê, wan kesên ku xafîl in an jî bawerî bi Xwedê neanîtine re an jî berê xwe ber bi Xwedê ve nedane an jî wan kesên ku sebeba van tiştan ne ji Xwedê ji hinek tiştên meddî bawer dikin re jî ‘ezabek e. Êdî ji bona me yê ku hewceye ev e ku jê dersan derxin. Ji xefletê şîyar bibin û ji ber xeta û xefletê xwe poşman bibin. Berê xwe ber bi Xwedê ve bikin. Milk û kaînat yê Xwedê ye, û ji ber vê ye ku Xwedê di milkê xwe de xwe nade jibîrkirin. Xwedê Teala serê ‘ewil bi nîmetan xwe dide bîrkirin. Nîmetên xwe dibarîne, ew dixwaze ku ji wan nîmetên wî re şikir bê kirin û bi wan nîmetan xwe bîne bîra mirovan. Dema ku bi van nîmetan mirov şîyar nebe, ji wê xewa xefletê ranebe vê carê jî musîbetan tîne ser serê însanan. Û vê carê jî dixwaze ku bi musîbetan me şîyar bike û xwe bîne bîra mirovan. Ev rehmet in. Vana şîmaqên rehmet û şefqetê ne. Êdî kênga ku însan ji ber vana şîyar bibe Xwedê ew ê cîhê wana tijî bike û wan musîbetan paşve kaşke.”
“Divê ku alim, rîspî û şêx li alîyê xelkê bin û ji wan re alîkarîya menewî bikin”
Varolê ku diyar kir ev musîbet musîbeteke mezin e ji ber vê yekê divê ku alim, rîspî û şêx xelkê ji bona ku nekevin rêyên xerab û nebaş wan tenê nehêlin, “Dilê hemû kesan birîndar e. hemû kesan êş û jana kişandîye. Xesseten wan kesên ku van jan û êşan jîyandine, wan kesên ku di malbatên xwe de însanan winda kirine birînên wan kûr in û îmtîhanên wan jî giran e. Heqîqeten jî ev musîbet musîbeteke biçûk nîne. Hinek malbat hene bi temamî çûne, an qîzekî maye, an kûrekî an jî dê û bavekî tenê maye. Heqîqeten jî musîbet pir pir mezin e û hed û hesaba wê tineye. Ji ber vê yekê ye ku divê alimên me xelkê me tenê nehêlin. Ger ku werin cem wan û wan zîyaret bikin, ji derdên wan re bibin hevpar û ev musîbetê parve bikin. Gerek wan bi şeytanan re tenê nehêlin ku wan şeytanan di serê wan de şibheyan çênekin û wan ji Xwedê xafil nekin. Ji bona ku wan şeytanan ev musîbetê li dijî Îslamê nedin şixulandin divê ku însanên me tenê nehêlin. Ji bona ku wan însanan ji Xwedê dûr bikevin tu firsedek nedin wan. Çîmkî şeytan û şeytanan di pîyaseyê de digerin. Ger ku em meydanê vala bihêlin û meydanan tijî nekin, xwedî li xelqê xwe dernekevin, ev musîbetê li gorî aqîda Îslamê û bi heqîqetî nîşan nedin ew ê şeytan jî bi wan re bileyîze û berê wan ji rêyên xelet re vegerîne.
Mesela dibin sebep ku ew sebr nekin, an jî dibin sebep ku xwe gunehkar bikin. An jî wê bibin sebep ku bira vê musîbetê bi giranî û bi êştir bijîn. Ji wan re tesellî lazim e û di vê meseleyê de jî ew ê herî zêde yên ku alîkarîya wan bighêje van însanan ulema ye. Ji ber vê yekêye ku alimên me, zanayên me, şêxên me û kesên ku ‘emrên wan mezin in û xwedîyê tecrubeyê ne bira werin van deran. Divê ku di nav van însanan de bigerin û bi wan re bin. Lazim e ku ji wan re îzehetan bikin. Kênga ku însanên me alimên xwe û şêxên xwe di nav xwe de bibînin ev musîbeta wan bi sivikî wê derbas bibe. Xwedê Teala bira alîkarîya me û xelkê me be. Divê ku wan kesên ku di alîyê meddî de rewşa wan baş in jî paşve nemînin. Wan jî gerek destê xwe yê alîkarîyê dirêjê xelkê me bikin û ji wan re alîkarîyê bikin. Bira timayîyê nekin. Çîmkî dema ku însan ji bona ku alîkarîya yekê dinê bike bazde Xwedê jî ew ê ji bo alîkarîya te bireve.”
“Dema ku em lazimatîya mihtacan temîn bikin û bicîh bînin ew ê Xwedê jî di rojên zehmet de lazimatîya me bicîh bîne”
Mele Mîzgîn di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku di ev roja zor û zehmet de divê ku yên ku îmkanên wan hene ji ev xelkê re alîkarîyê bike, “Mînak niha van însanan mihtac in lê mihtacîya me ya ji Xwedê re daîmî ye. Her hilmekî me ji Xwedê tê. Dema ku Xwedê alîyê me neke em nikarin hilmekî jî bistînin. Em daîma mihtacê Rebbê xwe ne. Dema ku xwe bighêjînin alîkarîya birayên xwe gohê xwe bidin dengê wan û lazimatîya wan bi cîh bînin ew ê Xwedê jî di rojên zor û zehmet de were alîkarîya me. Ew ê belayan li ser serê me def bike, ew ê me ji musibetan biparêze û îmtîhana me sivik bike. Ew ê Xwedê di dema bela û musibetan de ji me re alîkarîyê bike û me tena serê me nehêle. Ji ber vê yekê ye ku divê em him meddî him jî menewî xwe bighêjînin qîrîna xelkê xwe. Divê ku em xwedî li xelkê xwe derkevin. Van însanan însanê me ne, ev welat welatê me ye. Vana qewmê me ne bavê me ne, dêya me ne, xuşk û birayên me ne. Ji ber vê yekê ye ku em li gorî mirovên dinê zêdetir îmkanên xwe ji bona wan feda bikin, xwe bighêjînin qîrîna wan û xwedî li wan derkevin. Divê ku em wan terkê însafa kesên bêdîn, bêwicdan û wehşîyan nekin. Gerek em wan tehmê dawa şeytan nekin. Xwedê selametê bide. Xwedê ji we rezî bibe, bira mikafata we jî û wan jî zêde bike. Kê ku destê xwe yê alîkarîyê ji vê xelkê re dirêj bike Xwedê Teala jî bira qet qet zêdetirî bide wan.” (ÎLKHA)