Wezareta Rewşên Lezgîn yê Rûsyayê diyar kir di encama şewata ku di otêla MKM ya ku li navenda Moskowayê ye de derket de 2 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kesan jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku 200 kesan jî hatin tehlîyekirin.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin.

Hat destnîşankirin ku şewat ji teref kesekî ve hatîye derxistin. (ÎLKHA)