Di daxuyanîya ku polêsê Şamê kir de, hat ragihandin ku ji alîyê rejîma îşxalker ji hinek herêmên Şamê re êrîşa asîmanî hat kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mirî û birîndar jî hene.

Çapemenîya Sûrîyeyê diyar kir avahîya ku hat hedefgirtin li hemberî qereqola polêsa Kefr Suseha Şamê ye û 12 qatî ye, di alîyê pêşîya avahîyê de jî xesareke mezin pêk hatîye.

Xeyn ji ev agahîyê hat daxuyandin ku di dema êrîşê de sîstema parastina hewayê jî ketîye dewrê û di asîman de dengê teqînan hatine bihîstandin.

Çapemenîya îbranîyê jî ev êrîşî rast kir.

Rejîma îşxalker a sîyonîst berê jî ji Sûrîyeyê re êrîşan kiribû. (ÎLKHA)