Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdheja ku pêk hat li bajarên; Mereş, Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Kîlîs, Hetay, Meletî û Xarpetê jî xerabûnên mezin pêk anît.

Ji teref Komeleya Parastinên Hebûna Tebîat û Çanda Dîyarbekirê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin; di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di eserên li nav navçeya Sûra herêma tampon e û Qaleya Dîyarbekirê li wê derê ye de di 9-11 Sibatê de bi 3 rojî xebatên tespîtkirina xesarê hat kirin.

Mizgeftên bi xesar:

Mînareya Çarnig, Mînareya Mizgefta Safa, Mizgefta Behram Paşa. (ÎLKHA)