8 an jî 10 kesên bi çekdar li bajara Karaçîya Pakistanê, êrîşî Midurtîya Ewlehî ya Karaçîyê kirin.

Di encama pevçûna ku pêk hat de 4 kesên di navbera wan de hêzên ewlehîyê jî hene canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran daxuyandin ku di encama operasyonê de 2 kesên êrîşdar hatin kuştin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mirovên êrîşdar cil û bergên polêsan li xwe kirine. (ÎLKHA)