Tirkîye, bi erdheja ku di dorîkê de ew ê ji herî mezinan e hejikî. Li 10 bajaran gelek avahî xerabûn, ji 30 hezarî zêdetir însan canê xwe ji dest dan.

Ekîban jî ji bona ku birînên ji ber erdhejê vebûna derman bikin bi zemanê re ketine pêşbirkê. Li bajarên ku bi zemanê re pêşbirk tê kirin xebarên mizgînî jî tênê.

Di seata 198emîn a erdhejê de mucîzeyeke dinê jî hat jîyankirin.

Muhammed Enesê 17 salî û birê wî Abdulbaqîyê 21 salî, di seat 198emînê erdhejê de di bin enqazê de bi saxîtî hatin derxistin. (ÎLKHA)