Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, nêzî 150 hezar kes ji herêma erdhejê hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)