Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê piştî erdhejên ku li Sûrî, Tirkîye û Kurdistana Sûrî û Tirkîyeyê qewimîn re alîkarîyên xwe didomîne.

Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ya ku berî niha 10 milyonên Efxanî alîkarî kiribû vêcarê jî 1 milyon TL alîkarîya neqdî kir.

Alîkarî ji teref Serokê Heyvasor a Emîrtîya Efxanistanê Mewlewî Mutîulkaq Xalis ve ji Sersefîrê Tirkîyeyê yê li Kabîlê Cîhad Ergînay re hat teslîmkirin.

Xalis di axavtina ku kir de destnîşan kir ew ê alîkarîya wan berdewam bike. Ergînay jî di hevdîtinê de teşekkurên xwe ji ber alîkarîya ku hatiye kirin anî zimên.(ÎLKHA)