Yapicioglu û lijneya pêre pêkve li bajêr lêkolînan kirin û derd û kulên welatîyên ku ji erdhejê zirar dîtine guhdar kirin. Yapicioglu di hevdîtinan de bû hevderdê wan kesên ku li ber serê enqaza li benda derxistina nasên xwe bû û ji wan re sebir daxwaz kir.

Yapicioglu û heyeta pêre dûre çûn serdana sazîyên alîkarîyên yên bi navê Karwana Hêvîyê, Avrupa Yetîm Elî, IHO EBRAR û Weqfa Yetîman ên ku ji roja ewil ve li herêmê alîkarîya erdhejzêdeyan dikin.(ÎLKHA)