Zekeriya Numanê Nûnerê Tirkiyeyê yê Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê got, "Îro wek Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê me bi Weqfa Yetîman re li Adiyemanê alîkariyên ku ji Kuweytê hatibûn şandin belav kirin. Îro li vir pakêtên ku ji bo pitik û mezinan hatine amadekirin me belav kir. Dîmena ku em li vir dibînin ji ya ku qala wê tê kirin wêdetir e."
Alîkarê Serokê Weqfa Yetîm-Derê Engîn Taştekîn der barê xebatên ku li gel Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê dimeşînin de wiha got: "Heta niha em wek Weqfa Yetîm-Derê alîkarîya Yemenîyan dikir, lê a niha ew li vê derê alîkarîyê dikin.”(ÎLKHA)