Di mizgeftên Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye piştî nimêja înê ji bo Tirkîye û Sûrîyeyê alîkarî hat komkirin.

Wezîrê Karên Dînî û Weqfên Filistînê Hatem el-Bekrî, diyar kir ku ji bona erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê 1 mîlyon dolar hatîye komkirin.

Bekrî, di daxuyanîya xwe ya ku di 9ê Sibatê de daxuyandibû de, ragihandibû ku ji bo erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê kampanyaya alîkarîyê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)