Li gorî daxuyanîya ku ji teref Balyozxaneya Îranê li Enqereyê ve hat dayîn, du balafirên ku tê de nexweşxaneya sehrayê û ekîbên tenduristîyê yên ku ji 46 kesan çêdibe doh di seatên serê sibeyê de gihaşt Entabê.

Tê destnîşankirin balafira 3yemîn jî ew ê biçe Edeneyê.

Hat îfadekirin ku xeyn ji ev agahîyan ekîbên teybet yên lêgerîn û xelaskirinê û di nav wan de kuçîkên erdhejê jî hene di bin çarçoveya Hîva Sor de hatibûn şîyandin.

Îran piştî erdheja ku li Mereşê pêk hat û bi navê “felaketa ‘esrê” tê bi navkirin roja Duşemê ji Tirkîyeyê re 6 tîmên operasyona xelaskirinê, 3 ekîbên tenduristî û 1 ekîbê rewşa lezgîn ku di nav wan de 80 kes hene şîyandibû. (ÎLKHA)