Berzîncî, di daxuyanîyeke çapemenîyê de diyar kir ku ew piştî erdheja Mereşê ji bo Tirkîye û Sûrîye kampanyaya alîkarîyê da destpêkirin.
Berzîncî weha got, “Tirkîye, bi navbeynkarîya Konsulxaneya Erbîlê bi fermî daxwazîya alîkarîya amûrên tibbî kir. Lazimatîya xelqê Tirkîyeyî piranî ji amûrên tenduristîyê re heye. Hemû sazîyan bi telîmeta Serokwezîr Mesrur Barzanî dest bi kar kirin.”
Berzîncî di dawîya axavina xwe de îfade kir ku ew ji Sûrîye û Tirkîyeyê re 20 ton alîkarîyê şîyandine. (ÎLKHA)