Serokkomar Erdogan di roja 4emîn a erdhejê de li Entabê lêkolînan kir.

Erdogan weha got, “Em di dema erdhejê de wek dewletî bi hemû sazîyên xwe di seheyê de ne. Armanca me ew e ku em di nav salekî de li cîhê avahîyên ku hilweşîyane xanîyên wek 1 qatî û 2-3-4- qatî lêbikin. Li alîyekî xebatên me yên konteynirê heye, li alîyekî jî konteynirên me yên ji derveyê welat tênê hene. Konteynirên ku werin jî em ê ji 10 bajaran re belav bikin.” (ÎLKHA)