Ji Kurdistana Başûr û Rojhilat endamên partîyên siyasî, temsîlkarên sazîyên sîwîl, mela, îmam xatîb, akademîsyen, mezinên eşîran û gelek welatîyên din an serdana Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê kirin û an jî bi telefonê nûnerê Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê kirin û xemgînîyên xwe anîn zimên û ew hevderdên welatîyên bakur in.
Ji ber vê hevxemî û pirsînê ji teref Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê li ser medyaya civakî peyameke spasîyê “Em şukr û teqdîrên xwe pêşkêşî birayan û dostan dikin ku me bi tenê nehiştin” hat belavkirin û navên wan kesên ku ji ber erdhejê pirsa wan kirine hat belavkirin.(ÎLKHA)