Alîkarê Yekemîn yê Serokkomarê Îranê Muhammed Mokhber, di mektûba ku ji Fuat Oktayê re şîyand de, îfade kir ku Komarîya Îslamê ya Îranê, êş û elema xelqê Komarîya Tirkîyê parve dike û ji bona alîkarîya lezgîn jî ew amade ne.

Mokhber di mektûba xwe de weha got, “Meseleya êşa erdheja ku li Tirkîyeya bira pêk hat û ji ber wê erdhejê gelek mirov canê xwe ji dest dane, şexsê min û xelqê Komarîya Îslamê gelek xemgîn kir. Ez ji şexsê we re û xelqê Tirkîyeyê ku bi êş û kedere re şîna xwe dişînim, ji bona kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran şîfa lezgîn û ji bo kesên ku sax mane re jî sebrê daxwaz dikim.” (ÎLKHA)