Lijne di bin serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de civîya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de ji bo nasên wan kesên ku di erdhejê de rehmet kirine sersaxîyên xwe anî zimên û destnîşan kir “Herêma Kurdistanê dê ji bo mexdûrên vê felaketê li gor îmkanên xwe alîkarîyê bike. Di vê bergehê de karwana ewil a alîkarîyê gihaşt herêmê.”

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê destnîşan kir ew ji bo wan kesên ku di erdhejan de li Tirkîye û Surîyê zirar dîtine kampanyayeke mezin a alîkarîyê dane destpêkirin.(ÎLKHA)