Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.
Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyand, di encama erdhejên ku navenda wan Mereş bû de hejmarê kesên wefatkirî derket 8 hezar û 574 kesan û hejmara kesên birîndar jî derket 49 hezar û 133 kesan.(ÎLKHA)