Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.
Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.
AFAD, di seat 10.35an de diyar kir ku hejmarê mirîyan derket 7 hezar û 108 kesan, 40 hezar û 910 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)