Midûrê AFADê Yunus Sezer di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li seranserê welêt xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir “Ji ber erdhejê heta niha 3386 welatî canê xwe ji dest dan û 20 hezar û 426  kes jî birîndar bûn.Her wisa ji ber erdhejê 5775 avahî hilweşîyan.”(ÎLKHA)