Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî yê Karwana Hêvîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em ji bona birayên xwe yên ku ji erdehejê tesîrdar bûne re banga seferbertîyê dikin. Em hemû bi hev ra destê xwe yê hêvîyê ji birayên xwe re dirêj bikin.”

Di daxuyanîya ku hat îfadekirin “Em hemû bi hev ra destê xwe yê hêvîyê ji birayên xwe re dirêj bikin” de hat ragihandin ku ji bo mirovan ku alîkarîyên xwe bighêjînin mirovên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re dikarin ji qenalên ragihana weqfê bexşan bikin.

Xeyn ji banga seferbertîyê Weqf, ji endamên xwe û dildarên xwe re jî ji bona ku xwînê bidin bang li wan kir. (ÎLKHA)