Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin şofêrên wesayîtên ku ji Bûrsayê diçûn Stenbolê ji ber ku rê şemîtok bû kontrola dîreksiyonê winda kirin û li hev qelibîn. Li ser vê yekê gelek polîs, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de 4 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn. Birîndar piştî alîkariya ewil hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)