Derbarê mijarê de ji teref Serokê Micadeleya Bi Pênçeşêrê yê Wezareta Tenduristîyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Çenar Alî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çenar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê bi 71 hezar û 74  kesî re nexweşîya pençeşêrê hat tespîtkirin.

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî jî derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji bo tedawîya vê nexweşîya pençeşêrê 90 milyar dînar budçe parve kirine.(ÎLKHA)