Derbarê mijarê de ji teref Navenda Agahîyê ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî  de li Quds û Şerîaya Rojavaya îşxalkirî li dijî siyonistên îşxalker û terorîst 22 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di 1448 çalakîyên berxwedanê yên ku di meheke dawî hatin kirin de 7 siyonistên îşxalker hatin kuştin û 48 kes jî hatin birîndarkirin.(ÎLKHA)