Qeza di wextên sibehê de li mewqîya Dînar Haydarliyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji Diyarbekirê ber bi Bodrumê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)