Qeza li nêzî navçeya Karacabeya li ser rêya Çanakkale-Bursayê ya Taxa Tophîsarê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 26 KD 523 a di bin rêveberiya Şuayip Giren de li kamyona bi plaqeya 55 AGY 226 a ku şofêrê wê Îsmaîl A. bû qelibî.

Di qezaya ku pêk hat de 5 kesên ku di nav wan de zarokek jî hebû jiyana xwe ji dest dan û ajokar jî bi giranî birîndar bû. Ajokarê birîndar bi ambûlansê  hat rakirin nexweşxaneyê. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)