Li gorî çapemenîya Filistînê, berxwedêrekî Filistînî, xwest ku bi erebeyê xwe li ser leşkerên îşxalker yên li kontrola Za’tarayê ye derbas bibe.

Filistînî, piştî ku di çalakîyê de li 2 leşkeran xist ji cîhê bûyerê bi lez dûrçû.

Hat ragihandin ku rewşa leşkerên ku di bûyerê de birîndar bûne û hatine rakirin nexweşxaneyê baş e.

Rejîma îşxalker, piştî çalakîyê ji bona berxwedêrê ku çalakîyê li dar xistîyê biqefêle xebat da destpêkirin.

Ciwan û hunermendên li bajara Nablus û derdorê wê ji bona ku failê çalakîyê biparêzin, bang kirin ku qemerayên li ser rêya çalakîyê tevan bişkênin.

Berdevkê Hamasê Abdullatîf el-Kanu jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û di daxuyanîyê de çalakîyê bi navê “operasyona qehremenî” wesifand. (ÎLKHA)