Li gor daxuyaniya Dijeteror a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro di danê sibê saet 07:45an de 8 mûşek hatin avêtin binkeya leşkerî ya Zêlkan li navçeya Başîka a parêzgeha Nînowa.

Di raporê de hat gotin, "2 ji wan mûşekan li hundirê baregehê ketine û yên din jî li derdora baregehê ketine û ti ziyanên canî çênebûne." (ÎLKHA)