Ramanli di daxuyanîyê de derheqê şewitandina Qur’ana Pîroz û êrîşên rejîma îşxalker a li Cenînê de axivî.

Êrîşên ku li Qur’anê tên kirin

Ramanliyê ku di axavtina xwe de diyar kir ku di demên dawîn de li giştîyê Ewrupayê neyartî û êrîşên li dijî Îslam, Qur’ana Pîroz û Misilmanan tên kirin bi şekleke sîstematîk zêde dibe, weha got, “Rêşaşeke faşîst yê ku neyartîyê li Qur’ana Pîroz dike, li Ewrupayê welat bi welat tê gerandin, di bin parastin û nerîna polêsan de êrîşên xwe yên menfur yê li Qur’anê didomîne. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em ev namerdîyê şermezar dikin û lenet dikin.”

Ramanli bal kişand ev rezaletî bi azadîya îfade û fikrê nayê daxuyandin, “Swêda ku şewitandina Qur’anê bi azadîya îfadeyê diparêze, ji şewitandina pelên Tewratê re îzîn nedaye. Elbet gerek tu kitêbên dînî neynê şewitandin û divê ku ji pîrozahîyên bawerîyan re heqaret neyê kirin. Ev du standardîya ku ji dema mesele meseleya pîrozîyên Îslamê ye re, nîşan dide ku neyartî tenê ji Îslam û Misilmanan re tê kirin.”

Misilmanan mecbûr in ku xwedî li dînên xwe, kitêbên xwe û birayên xwe derkevin. Divê ku Tirkîye, însîyatîf bigre û Teşkîlata Hevkarî ya Îslamê banga civîna lezgîn bike. Divê ku li hember êrîşên ewakî planeke çalakîyê a ummetê ku bi çavan bê dîtin bê nîşandan. Di alîyê sazî û sazîyên navneteweyî û NY de hemû gavên hewce yên li hember neyartîya Îslamê divê ku bi lez û bez bên avêtin.”

Qetlîama Cenînê ya Sîyonîstan

Ramanli di axavtina xwe de bîr anît ku rejîma sîyonîst a îşxalker li Cenîna Şerîaya Rojava ya ku dixwaze bike Xezzeyeke nû 10 Filistînîyên dinê jî şehîd kir, îşxalkerên ku ji bêdengîya cîhanê wêrektîyê bidestdixin nîjadkujîyeke mezin a di dîrokê de li ber çavê însanîyetîyê pêk tîne.

Ramanli got ku wan îşxalkeran navendên tenduristîyê û sîvîlan bi zanayî hedef digrin û malên Filistînîyan jî li ser serê wan xera dikin, “Divê ku ev wexta ku hewceye welatên herêmê di tecrît û mueyyîdeyên li hember îşxalkeran bê kirin re de pêşengîyê nîşan bidin, lê ew ji bona hevkarîyê bi hev re dikevin pêşbirkê fehmkirina ev tiştê jî ne mimkin e. Ev nîjadkujîya ku di orta erdnigarîya Îslamê de tê kirin ew ê wek gemarîyek bikeve dîrokê. Divê ku Misilmanan ji bona ku ev nîjadkujîyê dawî bikin bi lez û bez dest bi hereketê bikin. Welatên herêmê hemû minasebetên xwe yên bi îşxalkeran re bidawî bikin, bi fi’îlî alîkarîyê bidin Filistînê. Daxuyanîyên ku ji tu mueyyîdeyan re venagere, ew ê îşxalkeran nede sekinandin mixabin ew ê wan wêrek bike. Rêya tenê yê ku ev zorîtîyê bide sekinandin jî berxwedaneke biqewet e. Divê ku Misilmanan di raya giştî de meseleya Filistînê ji rojeva xwe daneynin, li hember ev şoba ku di orta alema Îslamê de mezin dibe stratejîyek çêbikin.” (ÎLKHA)