Di êrîşa bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) de herî kêm 4 qamyonên ku sindoqên girtî barkirî bûn hatin hedef girtin.
Di konvoya hedefgirtinê ya li gundê Herrî de derheqê mirî an jî birîndaran de tu agahîyek nehatin bidestxistin.
Artêşa rejîma îşxalker a Siyonîst di Mijdara 2022an de ragihandibû ku li ser sînorê Sûriye-Iraqê “karwaneke çekan” a Îranê kiriye armanc.
Hate îddiakirin ku li herêmên Elbukemal, Muhsan û El-Meyadîn ên li rojhilatê Dêrezorê "komên bi piştgiriya Îranê" hene. (ÎLKHA)