Bûyer li Bendava Tandaya li Herêma Kohatê pêk hat. Li gorî agahîyên  ku hatine wergirtin tekneya ku di nav de 30 telebeyên medreseyê hebûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn binav bû. Di encama binavbûna botekî de 11 xwendekar canê xwe ji dest dan û 8 kes jî winda  bûn.

Kesên winda ji bo bê dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)