Qeza li parêzgeha Belûcistanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn otobuseke rêwîyan a ku 48 kes têde bû ji pirê ket xwarê û agir bi otobusê ket.
Di encama şewata ku pêk hat de 41 kes şewitîn û canê xwe ji dest dan. Tê diyarkirin yek jê zarok 3 kes xelas bûn.(ÎLKHA)